English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-15 [11:22 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrên derve yên Iraq û Sûriyê li Şamê hevdîtinek pêkanîn. Hat ragihandin ku di rojeva herdu berpirsan de vekirina deriyên sînor ku ev bi salane girtine hebû.

Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî û Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallîm li Şamê hevdîtinek pêkanîne û vekirina deriyên sînor ên di navbera herdu welatan de gotûbêj kirine.

Hat diyarkirin ku herdu alî li ser girîngya vekirina deriyên sînorî hev nêrîn bûn, lêbelê di derbarê dema vekirina deriyan de zanyariyek nehat belavkirin.

Di navbera Iraq û Sûriyê de bi dirêjahiya 600 kîlometre ye, deriyên Rabîa, El Kaîm û El Velîd hene.

Herwiha hat ragihandin ku deriyên Nasîb ê di navbera Urdin û Sûriyê de ku 2015an ji aliyê hikûmeta Urdinê ve hatibû girtin, îro dê bê vekirin.





2368 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad