English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-11 [11:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, di navbera Îran û Herêm Kurdistanê rêkeftinek nû li ser bazirganiya navbera her du aliyan hatiye kirin û Îranê soz daye êdî rêkeftinê binpê neke.

Berpirsê pêwendiyên hikûmeta Kurdistanê bi Îranê re, Ebdullah Akreyî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama borî de me gelek caran bi rayedarên Îranê re hevdîtin kir û me her du aliyan li hev kiribû ku di mijara bazirganiyê û sînoran de hemû hêsankariyek bê kirin û sînor jî 24 saetan vekirî bin. Herêma Kurdistanê girêdayî wan rêkeftinan ma lê Îran na, ji ber wê jî bazirganên Kurdistanê rastî arîşeyan dihatin.

Ebdullah Akreyî daye zanîn, herî dawî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de rêkeftinek nû hat îmzekirin. Rayedarên Îranê soz dan ku êdî rêkeftinê binpê nekin û sînor jî 24 saetan vekirî bin.

Li ser qedexeya hinek tiştan jî wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê got, Îran di nav kirîzê de ye ji ber wê jî ew biryar hatiye dayîn. Ew tiştên ku hatine qedexekirin jî, pêwîstiya wan pê heye. Lê tiştek nabe emê ji çavkaniyên din wan tiştan dabîn bikin.

 





2488 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad