English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-11 [11:07 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Wanê polîsan rê neda çalakiya bibîranîna salvegera komkujiya li Enqerê ku 103 kesan canê xwe ji dest dabû û 500 kes birîndar bûbûn.

Li Wanê Konfederasyona Sendîkayên Kedkar ên Kamûyê (KESK) hewl da ku li parka Feqiyê Teyran çalakiyeke bo bibîranîna kesên ku di komkujiya Enqerê de canê xwe ji dest dabûn, pêk bîne lê polîsan rê neda.

Li gor agahiyên berdest Hevserokê HDPê yê Wanê Umit Firat û 15 endamên KESKê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

10ê Cotmeha 2015an li Enqerê ji bo aşitiyê mitîngek hat lidarxistin lê 2 endamên DAIŞê êrişî mitîngê kirin û xwe di nav xelkê sivîl de teqandin.

Di encama vê êrişê de 103 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 500 kes birîndar bûn.





2494 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad