English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-11 [10:04 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serfermandarê hêzên çekdarên Îranê bi daxuyaniyekê gef xwarin ku dê mûşekbarana binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bike.

Li gor zanyariyên çapemeniya Îranê serfermandarê artêşa Îranê Mihemed Baqirî di serdana xwe ya parêzgeha Kirmaşanê de ragehand: ‘’Partiyên kurd ên dijberê Îranê bi rêya sînoran ve asayîşa Îranê dixin metirsiyê. Ji ber wê jî Îranê li hember wan hewldanan bê deng namîne.’’

Baqirî hebûna binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên nêzîk sînorên Îranê hişyar kir û got: ‘’Eger çalakiyên leşkerî pêkbên, wek mûşekbarana Koye binke û cîhên wan emê bikin armanc.’’

Herwaha behsa aliyên peyvendîdar ên hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir û got, divê li gor yasayên navnetewî tevbigerin û rêz li cîrantiyê bigrin. Heger na Îran bêdeng namîne.





2554 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad