English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-10 [12:43 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Rêveberê giştî yê fermangeha peyvendî û ragehandina komîsyona bilind a helbijartin û rapirsiyê li herêma Kurdistanê Şoreş Hesen ragehand, bi hûrgilî li ser formen encamên helbijartinê yên parêzgehan hatiye kirin.

Şoreş Hesen ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi hûrgilî formên encamên helbijartinên parêzgehan û tevli kirina wan a navendên hejmarî kirinê hatiye destpê kirin.’’

Derbarê dozên aliyên siyasî yên derbarê sextekarî di hin binkeyan de hatibe kirin de jî got, ‘’Lêkolîn li ser wan dozan hatiye destpê kirin.’’

Herwaha derbarê ragehandina encamên dawî yên proseya helbijartinê de jî Şoreş Hesen got: ‘’Çi dema proseya bi hûrgilî ya forman û lêkolîna li ser wan dozan temam bûn, wê deme dê bê ragehandin.’’

Şoreş Hesen got: ‘’Hîn ne diyare dê kengî temam bibe, ji ber hîn maye ku temam bibe û dibe heta heftiyeke din em temam bikin.’’





2404 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad