English | عربی | کوردی  
 
 
2018-10-10 [11:58 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Şingalî pêşwazî li sererkanê artêşa Swêdê û şanda pê re kir.

Îro wezîrê demkî yê Pêşmerge Kerîm Şingalî pêşwazî li şandeka siyasî û serbazî ya Swêdê kir, ku pêk hatibû ji sererkanê artêşa Swêdê general Maykil Baydin û balyozê Swêdê li Iraqê Ponos Mîlander û çend fermande û dîplomatên din.

Li gorî agahiyan, di civînê de behsa hevkariya Wezareta Pêşmerge û artêşa Swêdê hat kirin. Wezîrê demkî yê Pêşmerge spasiya pisporên serbazî yên Swêdî kir ku rolek aktîf di fêrkirina hêzên Pêşmerge de dilîzin.

Kerîm Şingalî daxwaz ji artêşa Swêdê jî kir ku di piroseya reformên Wezareta Pêşmerge de beşdar bibin û çavdêriya wê yekê bikin.

Sererkanê artêşa Swêdê jî behsa mêrxasiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de kir û soz da ku dê piroseya reformên Wezareta Pêşmerge de xwedan rol bin.

 





2440 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad