Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îdîa kir ku Amerîka li Qendîlê gerîlayên PKKê perwerde dike.
Suleyman Soylu beşdarî 1. Lûtkeya Ewlekariya Sînor û Radara Serbazî ya Navdewletî de axivî. Soylu got ku gelek dewlet bi îstîxbaretên xwe piştevaniya PKKê dikin, pare û perwerdekaran dişînin û wiha berdewamî a îddîayên xwe; “Şirîkê me yê stratejîk Amerîka diçe Qendîlê û ne tenê danasîna çekên nû dike, perwerdeya serbazî, bikaranîna medyayê, pêkanîna şerê psîkolojîk dike PKK.”
Wî wezîrê tirk berî niha jî gotibû ku Qendîl ne hedefeke dur e û şiyana me heye ku em operasyonekê pêk bînin.
2488 car hatiye dîtin |