Hewlêr (ZNA) - Li Amerîkayê ji ber bagera Florence heta niha 11 kesan canê xwe ji dest dan.
Ji ber bagera Florence ku roja Înê gihiştibû qeraxên Carolîna, li eyaletên Bakûr û Başûrê Carolîna 11 kesan canê xwe ji dest da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump Carolîna Bakûr weke devera karesatê îlan kiribû û tê ragihandin dibe heftiya bê serdana wê eyaletê bike.
Li herdu eyaletên Carolîna zêdetirî milyonek kes bê ceyran mane. Ji ber bagerê zêdetirî 2 hezar geştên esmanî hatin betalkirin.
Tê çaverêkirin ev bager bandorê li ser zêdetirî 10 milyon kesan bike û bibe sedema 170 milyar dolaran.
2617 car hatiye dîtin |