English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-16 [12:56 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Di proseya dengdana veşartî de ku 251 parlamenteran beşdarî kir, serokê parlamentoya Iraqê hate helbijartin.

Proseya cuda kirina dengdana serokatiya parlamentoya Iraqê pêkhat, ku çend namzedên ser bi pêkhateya sunne pêşbirk û milmilanêyeke zêde li ser kirin bi dawî bû.

Di encama cuda kirina dengên parlamenteran de Mihemed Helbûsî ji temamê dengan, piraniya dengên parlamenteran bidest xist û bû serokê parlamentoya Iraqê.

Vê derbarê de endamê fraksiyona PDKê li parlamentoya Iraqê Nasir Herkî ji BasNewsê re ragehand, Mihemed Helbûsî bi 169 dengan ve bûye serokê parlamentoya Iraqê û wek serokê parlamentoya Iraqê hate helbijartin.

 

Mihemed Rêkan Elî Helbûsî sala 1982 li bajarokê Kerme yê ser bi parêzgeha Enbarê ji dayîkbûye xwedî malbate. Li sala 2001-2002 bakaloryûs endezyariya sivîl ji zankoya Mûstenseriye wergirtiye û sala 2006 bawernamya master wergirtiye, dîploma zimanê îngilîzî li sentera geşepêdanê ya heman zankoyê bi destxistiye, herwiha bawernameya çavdêriya endezyarî ji yekîtiya endezyarên ereb wergirtiye.

Di sala 2014-2015 beşdarî kongreya navnetewî de bûbû, di sala 2016 beşdarî kongreya Parlamentoya Îslamî bûbû, herwiha endamê kongreye bikarxistina civaka YN derbarê rola ciwan û jinan bû û dubare beşdarî kongreya dubarekirina asayîkirina bajarê azadkirî li UN bû.

Mihemed Helbûsî di sala 2012 bû endamê Yekîtiya karsazên Iraqê di sala 2014 bû endamê xola sêyem a Parlamentoyê Iraqê û di sala 2014-2015 bû endamê komîteya mafê mirovan piştî wê jî bû endamê komîteya darayî li Parlamentoyê û sala 2016-2017 bû serokê komîteya darayî û sala 2017-2018 bû parêzgarê Enbar, herwiha serokê hevpeymaniya Enbar.





3076 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad