Hewlêr (ZNA) - Li gor biryara Komisyona bilind a helbijartinan îşev demijmêr 12e hilmeta bangeşeya pêkhateyên siyasî bo Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê destpê kir.
Pêwîst bû berî heftiyekê bangeşeya helbijartinan destpê kiriba, lê ji ber danûstandinên di navbera aliyên siyasî de heftiyekê hat paşxistin.
Ji bilî Hevpeymaniya bo Demokrasî û Dadperweriyê hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî wan helbijartinan dibin û piraniya wan jî di çend rojên borî de bi rêya medyayê amadekariyên xwe bo bangeşeya helbijartinan ragehandibûn.
3100 car hatiye dîtin |