English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-11 [11:17 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamekî encumena bajarê Xaneqînê ragihand, 4 welatiyên kurd ku ji aliyê çekdarên nenas ve hatibûn revandin, serjêkirî hatin dîtin.

Endamê encumena bajarê Xaneqînê Refhet Murad ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, duh bi şev komek çekdarên nenas 4 welatiyên kurd revandibûn. Mixabin tevahiya wan welatiyên kurd serjêkirî hatin dîtin.

Refhet Murad her wiha got, hinek dibêjin çekdarên DAIŞê ew kuştine lê gumana me diçe ser hinek komên Heşda Şeibî ku bi navê DAIŞê ew kiribûn da ku rewşa Xaneqînê zêdetir aloz bikin.

Wî endamê encumena Xaneqînê daye zanîn, şeva borî gundên Mehdan, Mihemed Şêrbeg, Yûsifbeg û Merdan, ku gelekî nêzîkî Xaneqînê ne, jî rastî êrişê hatibûn. Ji ber wê jî tirsek mezin ketiye nav xelkê Xaneqînê.

 





2725 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad