English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-10 [10:42 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) êrîşa komara Îranê ser bi baregehan HDK û HDKA yên li Koyê û davekirina 3 çalakvanên Kurd bi tundî şermezar kir û ragihand, Îran terora xwe bi hemû dîmen û şêwazê belav dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê derbarê êrîşa Îranê li ser baregehên PDK û HDKA û bidarvekirina 3 çalakvanên Kurd de daxuyaniyeke şermezariyê belav kir û got, rêjîma Îranê terora xwe bi hemû dîmen û şêwazê belav dike, Îran bi darvekirina 3 xortên Kurd, hemû daxwazên rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya cîhanî piştguh kir û tenazî bi yasayên mirovatiyê kir.

Di daxuyaniya ENKSê de hat jî, dema HDK û HDKA di civînên xwe yên asayî de bûn, baregehên wan bi mûşekan hatin bombebarankirin, hejmarek ji endam û serkirdeyên wan hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

ENSKê got jî, “Rêjîma Îranê bi destêwerdana xwe di karûbarên welatên din de, navçe xistiye şerekî û samanên wan welatan têk biriye. ”

ENKSê tekez kir, ti êrîşek Îranê ya hovane li ser baregehên bexwedanê yên li dijî terorê wî welatî xebatê dikin bişikîne. Îranê nikare vîna gelê Kurd û rijdbûna wî ya bidestxistina mafên xwe yên netewî yên rewa têk bibe.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê serxweşî û sersaxî ji malbatên şehîdan re û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran re xwast û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li hember destdirêjî û terorê wê raweste.

 





2476 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad