English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-10 [10:10 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Kerkûk dagîrkirî ye û bûyer lê dibin nayin qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.

Roja Yekşemî 09.09.2019an Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Rêvebirê Navenda Hemahengiyê ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Kurdistanê general Joseph Anderson û şanda pê re kir.

Di destpêkê de, Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember bombebarankirina baregehên partiyên demokrat li Koyê nîşan da û serxweşî li kesûkarên şehîdan kir û hêviya silametiya bilez bo birîndaran xwast.

Piştre, pêşhateyên dawî yên siyasî, leşkerî û ewlehî yên navçê hatin guftûgokirin û tekezî li ser hevahengiya zêdetir di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di çarçova bernameya karpêkirî de hate kirin û ronî xistin ser rêkxistina zêdetir a perwerde û rahênana bi hêza Pêşmegeyên Kurdistanê û amaje bi wê hat kirin, ku bi hêzkirina Pêşmerge dibe sedema aramiya navçê.

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronî xistin ser rewşa navçeyên dervey îdareya Herêma Kurdistanê bi giştî û rewşa Kerkûkê bi taybetî, ku tiştê li wir rû dide cihê nîgeraniyê ye û pêwîst e sedema nîgeraniyê nemîne. Di wê derbarê de Mesrûr Barzanî ragihand, bi nerîna me Kerkûk dagîrkirî ye û bûyerên li wir dibin nayin qebûlkirin, pêwîst e di çarçova madeyên destûrê de rewşa Kerkûkê bê çareserkirin.

Her di wê hevdîtinê de amaje bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hate kirin, ku pêwîst e ber bi pêwendiyên stratejîk ve biçin.

Herwiha amaje bi zêdebûna çalakiyên grûpên teroristî hat kirin, ku heger bi cidî gav bo çareserkirina pirsgirêkan bi giştî neyin avêtin, tê pêşbînîkirin ku di dahatûyê de bi nav û formekî din vegerin û rewşê aloztir bikin.





2608 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad