English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-09 [02:08 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî êrîşa mûşekî ya Îranê li ser binkeyên her du partiyên Demokrat li Koye, sipaha pasdaran bi fermî ew êrîş girte ser xwe û gefên zêdetir li partiyên rojhilat kirin.

Daxuyaniya sipaha pasdarên Îranê ya ku di malpera fermî ya Îranê de hatiye belav kirin de tê gotin; piştî tevgera partî û grubên çekdar ên rojhilat li navxwey Îranê gelek operasyon li parêzgehên Ormiyê, Sine û Kirmaşanê birêve çûne û duh jî hêzên esmanî yê sipahê bi hevbeş li gel yekîneyên bê balefirvan a hêzên bejayî ya sipaha pasdaran 7 mûşek avêtine cîhê wan partiyên rojhilatê Kurdistanê.

Daxuyaniyê de ti amaje bi cîhê êrîşê nehatiye kirin. Herwaha tê gotin: ‘’Em wan grubên terorîst hişyar dikin, sipaha pasdaran û besîcên Îranê bi hûrgilî çavdêrê tevgera wan in û em bi temamî amadene ji bo asayîşa navçeyê. Eger êrîşên wan dubare bibin emê bersiveke xiraptir û ji vê jî tundtir bidin.’’





2770 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad