English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-05 [12:12 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Komeleya Îslamî di daxuyaniyekê de derbarê paşxistina helbijartinên parlamentoya Kurdistanê ragehand ku, partiya wan dixwest ku, helbijartin di dema xwe de bên kirin.

Îro, Sêşemê berdevkê Komeleya Îslamî di daxuyaniya xwe de ku, wêneyeka wê geheşte BasNewsê re hat şandin ragehand ku, ji destpêkê de me helwesta xwe ne guhertiye û daxwaza me ewe ku, helbijartin di dema xwe de bên kirin û bi ti awayî neyên paşxistin.

Berdevkê Komeleya Îslamî da zanîn ku, niha bi zelalî em dibêjin û dûpa kirin ku, em li gel pêkanîna helbijartinên pak û dûr ji sextekariyê ne.

Di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku, her daxuyaniyek û gotinek li derveyî vê helwestê em red dikin.





3265 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad