Hewlêr (ZNA)- Komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê piştî nêzîkbûna operasyona rejîma Sûriyê li ser parêzgeha Idlibê penaberên Idlibê li navçeyên Efrînê bicih dikin.
Li gor çavkaniyên navxweyî ji bajarê Efrînê gurbên opozîsyona Sûriyê wan penaberên ku, ji tirsa şerê Idlibê direvin li gundên nahiya Cindirêsê bicih dikin.
Tê zanîn ku, berî niha jî rejîma Sûriyê bi hezaran penaberên Xuteya Rojhelat li gund û navçeyên bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bicih kirin û dest danîn ser mulk û malên wan.
Li gor ajansa Reutersê îro firokeyên şer ên rûsî li dijî bajarê Idlibê dest bi bordûmanan kir.
3184 car hatiye dîtin |