Hewlêr (ZNA) - Serokê Firekesyona PDKê di parlamentoya Kurdistanê de Omîd Xoşnaw aşkere kir ku, bangeşeya helbijartinan çend rojan li paş dikeve lê helbijartin tên kirin.
Serokê Firekesyona PDKê di parlamentoya Kurdistanê de Omîd Xoşnaw ji BasNewsê re ragehand ku, helbijartin di dema xwe de têne pêkanîn û nayên paşxistin, da zanîn ku, her hêz û aliyek wî mafî ji xelkê Kurdistanê bistîne û hewla paşxistina helbijartinan bike mafê cemawrî heye ku, wê hêza tirsonak ceza bike.
Herwiha Serokê Firekesyona PDKê di parlamentoya Kurdistanê de Omîd Xoşnaw dûpat kir ku, helbijartin bi ti awayî nayê paşxistin û sedî sed têne pêkanîn, amaje bi wê yekê kir ku, dibe bangeşeya helbijartinan çend rojan paşbikeve.
Ev yeke di demekê de ye ku, YNK û Gorran ranegehandine ku, li dijî pêkanîna helbijartian ne û hevpeymaniya Berhem Salih biryar daye ku, neçe nav proseya helbijartinan.
3241 car hatiye dîtin |