Hewlêr (ZNA) - Li Efrînê li xaleke kontrolê ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve de teqînekê rû da û di encamê de 6 çekdarên Liwa El-Şemal El-Suriye û Lîwa 23an hatin kuştin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand li gundê Terneda yê Efrînê bombeyeke ku berî niha ji aliyê YPGê ve hatibû bicihkirin, bi çekdarên ser bi Tirkiyêve teqiya û di encamê de 6 Liwa El-Şemal El-Suriye û Lîwa 23an hatin kuştin.
Herwiha hat ragihandin ku tewîn li xaleke kontrolê ya wan çekdaran ku di têketina gund de danîbûn, pêk hat.
YPGê di derbarê vê teqînê de heta niha daxuyaniyek nedaye.
Artêşa tirk û çekdarên opozîsyona Sûriyê 20ê Çilê des bi êrişên li ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kiribûn û 18ê Adarê bi vekişîna şervanên YPGê ew çekdar ketibûn Efrînê û dest bi talanî dizî, kuştin û revandinê kiribûn. Bi deh hezaran kes ji ber wan êrişên çekdaran neçar mabûn ku ji Efrînê derkevin.
YPGê berî niha ragihandibû ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî wan çekdarên li Efrînê berdewam bikin.
3217 car hatiye dîtin |