Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û balyoza Norwejê li Urdin û Iraqê Tony Alers civiyan, çend pirsên taybet bi herêma Kurdistan û Iraqê civiyan.
Malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, roja Duşemê 03.9.2018ê pêşwazî li Balyoza Norwejê li Urdin û Îraqê Tony Alers û şandeya bi wê re kir.
Balyoza Norwejê behsa armanca serdana xwe kir û got ku, ew dixwaze ji nêzîk haydarî rewşa Herêma Kurdistanê bibe û helwesta Herêma Kurdistanê li hember pirosesa siysiya Îraqê bizane. Û di vê çarçoveyê de Serokwezîr jê re behsa pêşhatên dawiyê yên rewşa siyaysî û yekemîn civîna parlamentoya Îraqê kir.
Her du alî li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hevhizir bûn ku ew hikûmet di berjewendiya hemû pêkhateyên Îraqê de be, aramî û asayîşê biparîze û xizmetgozariyan pêşke bike. Hikûmeta nû ya Îraqê divê mafên rewa û destûriyên gelê Kurdistanê û pêgeh û rola kurdan li ber çavan bigire.
Şandeya Norwejê rola Herêma Kurdistanê di pêşwaîkirin û hewandina koçber û penaberan û xizmetkirina wan bi hemû pêkhateyan ve, bê cudahî, bilind nirxand.
Paşeroja têkeliyên Herêma Kurdistan û Norwejê, rewşa herêmî bi giştî û hilbijartina parlamentoya Îraqê ku dê di dawiya vê mehê de bên encam dan, çend mijarên din yên dîdarê bûn.
3268 car hatiye dîtin |