English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-04 [11:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand ku, ew li gel pêkanîna helbijartinên pak û bê pirsgirêk in tekez kir ku, hin alî ditirsin PDKê gelek dengan bîne.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji BasNewsê ragihand ku, hemû rêyên yasayî û civakî bo pêkanîna helbijartinan hatine kirin û ti pirsgirêk nemane, lewma rêgirî ji pêkanîna wê proseyê bo çiye? kadirên YNk û Gorran tirsa wê yekê dikin ku, PDKê gelek deng bîne.

Berdevkê PDK got jî ku, biryar bû di buhara borî de helbijartin werin pêkanîn lê wê demê hemû aliyan daxwaza dirêj kirina dema parlamentoyê kirin, PDK ji wê yekê ne razî bû lê ji ber parastina yekrêziya nav mala Kurdistanî û daku nebêjin PDKê nerînên cuda hene em razî bûn.

Herwiha Berdevkê PDKê diyar ku, ew kesên gilîûgazin dikirin ku, ne zelalî û ne şefafiyetek heye bila kerm bikin helbijartinên nû pêkbînin û parlamentoyeke nû ji aliyê xelkê helbijêrin û hikûmet û kamîneyeke nû damezrînin.

Da zanîn ku, divê em hemû hewl bidin ku, rê bo pêkanîna helbijartinan xweş bikin daku, desthilat li Kurdistanê were cîbecî kirin û bibe hikûmeta hemû Kurdistanê û ev gilîûgazinên ku, hene nemîne.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed bo BasNewsê tekez kir ku, PDKê li gel pêkanîna helbijartinên pak û bê pirsgirêk in lê hin alî ditirsin ku, PDKê gelek dengan bîne.





3193 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad