English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-04 [10:19 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê Komîteya Pêwndiyên Derve ya Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûryê (ENKS) Îbrahîm Biro ragihand, Rûsya dixwaze bi zûtirîn dem, dest bi operasyona Idlibê bike, lê Amerîka û hevpeymanên wê, bi bihaneya pirsên mirovî fişarê li Rûsya dikin, daku wî karî neke û heger hat kirin, wê karesateke mirovî çêbibe.

Îbrahîm Biro li ser helwesta Amerîka li hember Sûriyê, ku berî niha dida xuyakirin ku ew hêzên xwe li Sûriyê nahêlin û piştî nemana DAIŞê ewê hêzên xwe bikişînin, ji K24 re gotiye, Amerîka niha helwesta xwe guhertiye û dibêje, Divê çareyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re bê dîtin û hêzên Îranî ji wî welatî derkevin û rê li ber vegera DAIŞê bê girtin, piştre wê Amerîka hêzên xwe bikişîne.

Bi gotina Biro, Amerîka ji ber van mercan dixwaze astengiyan li pêşiya operasyona Idlibê çêbike û baweriya wê bi sozên Rûsya nayê. Rûsyayê soz dabû Amerîka ku hêzên Îranê ji Sûriyê derxîne.

Derbarê îhtimala kontrolkirina Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve jî, Îbrahîm Biro got: Rûsya dixwaze rêjîm bi hêza xwe Rojavayê Kurdistanê kontrol bike, lê heger Amerîka pêbendî helwesta xwe ya nû be û hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê bihêle, rêjîm dê nikaribe hêza xwe li Rojavayê Kurdistanê belav bike, lê heger Rûsya hin daxwazên Amerîka li navçeyên din ên Sûriyê bicîh bîne, dibe ku Amerîka rê bide rêjîmê da ku derbasî Rojava bibe.

Derbarê danîna destûreke nû ji Sûriyê re, Biro diyar kir, ku niha bi çavdêriya navdewletî bizavên danîna destûreke nû ji Sûriyê re tên kirin û got: Rêjîma Sûriyê ne amade ye di vê demê de ti mafî bide kurdan ji ber ku ew dizane kar ji bo destûreke nû tê kirin û li gorî destûra nû, tekezî li ser mafên pêkhateyên Sûrî tê kirin.

Wî rayedarê ENKSê her wiha got: Me weke ENKSê bi hemû aliyên siyasî û serbazî yên opozîsyona Sûriyê daye qebûlkirin, ku divê di destûra Sûriyê de, mafên gelê Kurd bên parastina û Sûriye weke dewleteke pir netew bê nasandin û hemû siyaset û biryarên li dijî kurdan hatine stendin, bên hilweşandin û Kurd bên qerebûkirin.





3205 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad