English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-03 [01:48 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî 8. kongreya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê li dar dikeve.

Yekîtiya Jinan a Kurdistanê sala 1952an li ser daxwaza Rêberê Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd Mela Mistefa Barzanî hat damezrandin û heta niha 7 kongreyên xwe pêk anîne.

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de amade ye û destpêkê jî beşdarî pêşangeheke taybet bi dîroka xebata Yekîtiya Jinan a Kurdistanê di qonaxên cuda û karên bi destên jinan hatine çêkirin, bû.

Biryar e di vê kongreyê de Sekreter û desteyeke nû bo birêvebirina Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bê hilbijartin.





3451 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad