Hewlêr (ZNA) - Li 6 gundên parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê qedexe hat ragihandin.
Parêzgariya Amedê ragihand ku li 6 gundên ser bi navçeyên Lîce û Hezro yên Amedê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Hat diyarkirin ku li wê herêma qedexe hatiye ragihandin dê operasyon were pêkanîn.
Li gundên Dolunay, Çavundur, Yalaza, Baglan û Ortaç ên Lîcê û gundê Çitlibagçe yê Hezroyê îro ji saet 06.00an pê ve qedexe hatiye ragihandin.
Herwiha hat gotin ku dema bidawîhatina qedexê jî dê paşê were eşkerekirin.
3316 car hatiye dîtin |