Hewlêr (ZNA) - Li devera Şingalê di navbera çekdarên nêzîkî PKKê û Heşda Şeibî de şer derket.
Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo ji BasNewsê re got, duhî dema çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku girêdayî PKKê ne, dixwastin ji xaleka pişkinînê ya hêzên Iraqî derbas bibin, rastî mudaxeleya hêzên Iraqî hatin.
Qasim Şeşo her wiha got, hêzên YBŞê guh nedan fermanên hêzên Iraqî ji ber wê jî di navbera wan de şer derket.
Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman, ti kes di wî şerî de nehat kuştin lê alozî heta niha jî didome.
Beriya niha BasNewsê ragihandibû, piştî êrişa vê dawiyê ya Tirkiyê li ser Şingalê, pêwendiyên Heşda Şeibî û PKKê xirab bûne û dibe ku di navbera wan de jî şer derkeve.
3241 car hatiye dîtin |