English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-03 [12:23 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Endamê serkirdatiyê û serokê lîsta PDKê bo Helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî bersiva gotara Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku, îro li Parlamentoya welatê xwe de pêşkêş û gotibû ku, wî di merasîma anîna termê mam Celal Talebanî serê xwa bo alaya Kurdistanê necemand û derbarê babeta referandûma serxwebûna Kurdistanê jî da.

Hewramî li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê goterek bi navnîşana "Derbarê alaya Kurdistanê û referandûmê bersivk  ji Wezîrê Derve yê Îranê re" belav kir û got ku, me guman ne dikir daxuyaniyên wiha ji Wezîrê Derve yê Îranê werin dayîn ku, diplomatkar û akademisyone.

Di beşeke din a gotarê de serkirdeyê PK dibêje : "Danîna alaya Kurdistanê ji her kurdek û Kurdistaniyekê cihê serbilindî û şanaziyeke mezine"  Derbarê ku, wî serê xwe bo alaya Kurdistanê di merasîma anîna termê mam Celal Talebanî  ne çemandiye  got ku, berî her tiştî divîbûya Wezîrê Derve yê Îranê bizanîba ku, ew hemû hurgiliyên merasîma anîna termê mam Celal berpirsyaretiya malbata wî bûn ne Serok Barzanî.

Derbarê referandumê  de jî Hêmin Hewramî got ku, referandûm mafê her miletekî ye di çarçoveya biryara çarenivîsa wî mafî de  bi awayeke aştiyane û demokrasî û karekî dirust bû, herwiha nerîna gelê kurd bû, eger şaştiyek ba, miletê kurd bi rêjeya sedî 93 dengê belê bo serxwebûnê li ser nedida, şaştî ew bû ku, dijayetiya wê proseya aştiyane û demokrasî ya gelê kurd hat kirin.

Herwiha Hewramî di dawiya gotara xwe de got jî ku, bi her hal salek bi ser pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê re derbas bû û seyre behsa vê babetê di vî demî û bi vî şêweyî bê kirin, herwiha derbirîna helwesteke ne rewa beramber xelkê Kurdistanê pirsgirkên navxweyî yên Îranê çareser nake, lewma me guman ne dikir ku, em daxuyaniyên wiha ji Wezîrê Derve yê Îranê bibhîzin.





3244 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad