English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-30 [12:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Xelkê bajarê Besrayê yê başûrê Iraqê peyameke spasiyê ji bo Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî re rêkirin.

Îro 30.08.2018ê hejmarek berpirs û kesayetên bajarê Besrayê bi amadebûna nûnerê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî ve civînek çapemeniyê pêkanîn.

Wan kesayet û berpirsên Besrayê amaje bi vê yekê kirin ku bajarê wan rastî birsîbûn û bê aviyê hatiye û gelek caran daxwaza çareseriya rewşê li hikûmeta Iraqê kirine, lê li hewara wan ve nehatine.

Di civîna çapemeniyê de xelk û kesayetên Besrayê spasiya Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî kirin û gotin hêvîdarin rêxistinên xêrxwaz ên Iraqê û cîhanê jî wek Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkariya pêwîst pêşkeşî xelkê bikin.

Di civîna çapemeniyê de kesayetên Besrayê amaje bi vê yekê kirin ku hikûmeta Iraqê gelek soz dane xelkê wî bajarî, lê ‘’Ti sozeke xwe bicîh neanîn.’’

Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî milyonek û 300 hezar lîtreyên ava vexwarinê bi barhelgiran ve bo xelkê Besrayê rêkirin û bi rêya balefirgehê ve jî alîkariyên pêwîst û serekî yên jiyanê bo xelkê heman deverê rêkirin.





2812 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad