Hewlêr (ZNA) - Parêzegarê Ezerbîcana Rojhelat a Îranê Mecîd Bexiş ragehand ku, biryare civîna serokên Tirkiyê, Îran û Rûsyayê ya taybet bi kirîza Sûriyê di 7 Îlonê li bajarê Tebrîzê were lidar xistin
Ajansa Mehir a îranî li ser zarê Parêzegarê Ezerbîcana Rojhelat a Îranê Mecîd Bexiş ragehand ku, serokên her sê welatên garantor di krîza Sûriyê de, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 7 meha Îlonê li bajarê Tebrîzê dicivin.
Da zanîn ku, Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip dê mêvanê bajarê Tebrîzê bin ku, ew bajar weke paytexta geştiyarî ya cîhana îslamî sala 2018 hatiye binav kirin.
Ji aliyê xwe her yek ji Rûsya û Tirkiyê beşdarbûna Erdogan û Putîn di wê lutkeyê de piştrast kirin.
2719 car hatiye dîtin |