English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-26 [12:54 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiya, herî kêm 3 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Derengiya şeva borî derdora saet 02:45 bi dema Îranê (01:15 bi dema Hewlêrê) erdhejek bi tundiya 5.9 rîxter li devera Tazeawa ya bajarê Selas Bawecanî li parêzgeha Kirmaşanê qewimî.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê medyaya Îranê ve hatine belavkirin, heta niha 3 kes ji ber erdhejê mirine û herî kêm 240 kes jî birîndar bûne lê tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe çimkî rewşa hinek birîndaran baş nîne.

Tê gotin ku piştî erdheja mezin, herî kêm 40 erdhejên din jî qewimiye lê pileya wan bi qasî ya destpêkê nebûye.

Li gorî agahiyan, pêlên erdheja Kirmaşanê derbasî aliyê Başûr jî bû ji ber ku li Helebce, Germiyan, Derbendîxan û hinek deverên Hewlêrê jî bi erdhejê hesiyabûn.





2593 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad