English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-26 [12:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro li sinorê Şingalê berpirsê binkeya tenduristiyê yê milîsên Heşdî Şeibî hat kuştin û du berpirsên din jî bi giranî birîndar bûn.

Medyaya Heşdî Şeibî di daxuyaniyekê de ragehand ku, di bûyereke hatinûçûnê de Ebu Eymen Hîcanî canê xwe ji dest da û berpirsê nexweşxaneya Xaqanî, herwiha berpirsê çaksazî û nûkirina nexweşxanê jî di wê bûyerê de bi giranî birîndar bûn.

Lê çavkaniyeke agehdar çîroka bûyera hatinûçûnê red kir û got ku, ew berpirsên Heşdî Şeibî ketine kemîna hin çekdarên nenaskirî de û rastî êrîşê hatine.

Tê zanîn ku, berî berî heyama deh rojan demijmêr 5:00 êvarî hejmarek balafir navçeya bazgeya sêgoşeya Şingalê topbaran kir, di encam de fermadeyê PKK Zekî Şingalî û 4 kesên din hatin kuştin.





2707 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad