Hewlêr (ZNA) - Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, di nav 5 rojan de zêdetirî 180 hezar tûrîst serdana Başûrê Kurdistanê kirine.
Berdevkê desteya tûrîzmê ya Kurdistanê, Nadir Rostî ji BasNewsê re got, di nav 5 rojên borî de yanê ji roja 18 vê mehê ve heta niha 181 hezar tûrîst hatine Kurdistanê.
Nadir Rostî her wiha got, par di cejna Qurbanê de 145 hezar tûrîst hatibûn Kurdistanê, ev jî nîşan dide ku îsal 36 hezar kes yanê %24 zêde bûne.
Berdevkê desteya tûrîzmê da zanîn, hatina tûrîstan didome û got, emê piştî rojên bêhnvedanê amara dawî ya tûrîstan eşkere bikin.
3148 car hatiye dîtin |