Hewlêr (ZNA) - Parlamentera berê ya HDPê Leyla Bîrlîk ji aliyê polîsê Yûnanîstanê ve hate binçavkirin.
Li gorî medya Tirkiyê, berî niha Hikûmeta Tirkiyê, derketina derveyî sînorên Tirkiyê ji bo Leyla Bîrlikê qedexe kiribû. Lê ew bi riyên neyasayî derbasî Yewnanistanê bû û ji aliyê polîsên wî welatî ve hat girtin.
Leyla Bîrlîk di xula borî de parlamentera Şirnexê bû û ew jî bi tevê 13 parlamenterên din ên HDPê di 4ê Mijdara 2016ê de bi tometa endamtiya PKK hatibû girtin û di 4ê Çileya 2017an de hat berdan, lê derbarê wê biryara qedexeya derketina derveyî welat, hatibû stendin.
2575 car hatiye dîtin |