English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-23 [11:38 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, ku di destê PYDê (baskê PKKê li Sûriyê) de ye, bi behaneya nebûna mohletê, rê nade medreseyên Suryaniyan bên vekirin. Opozîsyona Sûriyê nerazîbûn nîşan da.

Desteya Kordînasyona Niştimanî ya Sûriyê, ku beşek ji opozîsyona Sûriyê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye, rêveberiya Rojava roja 7 vê mehê medreseyên Suryaniyan li deverên Malîke, Dirbêsiyê û çend deverên din yên Rojava girtiye. Di demekî de ku ew medrese ji sala 1935 ve û bi destûra fermî ya hikûmeta Sûriyê vekirî ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew medrese bi behaneya nebûna mohletê û xirabiya metodên xwendinê ji aliyê rêveberiya Rojava ve hatine girtin.

Desteya Kordînasyona Niştimanî li hember wê yekê nerazîbûn nîşan daye û ragihandiye, girtina wan medreseyan tê wateya bêparkirina zarokên kurd, ereb û suryanî ji xwendin û perwerdê.

Wê organa opozîsyona Sûriyê daxwaz ji rêveberiya Rojava kiriye dest ji wê siyaseta xelet berde û wan medreseyên ku hatine girtin, dîsa veke.

Li Rojavayê Kurdistanê sîstema perwerde û xwendinê li ser esasê “îdeolojiya PKKê” hatiye avakirin, ji ber wê jî yên ku li derveyî wê îdeolojiyê derkevin, bi behaneyên sosret tên astengkirin.

 





2515 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad