Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetê navdarê Iraqî Şêx Ebdullah Ecîl Şemerî kir.
Serok Barzanî doh pêşwazî li serokê eşîra Şemer Şêx Ebdullah Ecîl Şemerî kir.
Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehiya Iraqê her wiha pêkvejiyana gelên Iraqê hat kirin û tekestî li ser wê yekê hat kirin ku divê hizra teror û tund li Iraqê nemîne.
Barzanî û Şemerî behsa rewşa koçber û penaberên Iraqî yên li Kurdistanê û vegera wan bo cih û warê xwe jî kirin.
3118 car hatiye dîtin |