English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-17 [11:48 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Polîtburoya YNKê bi boneya 16ê Tebaxê 72.mîn salvegera damezrandina PDKê peyamek pîrozbahiyê belav kir û di peyama xwe de amaje bi hevxebatiya li gel PDKê kir.

Peyama YNKê waha ye:

Serokê PDKê Cenabê Mesûd Barzanî

Birêz endamên polîtburoya PDKê!

Silavên hevxebatiya germ…

Em keyfxweşin bi navê polîtburoya YNKê, 72.mîn salvegera damezrandina PDKê ya tekoşer, pîrozbahiya germ li we bikin.

72 sal berî naha di mercên piştî şerê cîhanê ya duyem de, PDK bo baştir rêkxistin û rêbertî kirina aliyên siyasî yên kurd, di bin siya komara sawa ya hatî hilweşandin a Rojhilatê Kurdistanê de hat damezrandin û di wê qonaxê de dîroka nû ya siyasî ya wê serdemê de heta şoreşa Îlonê, PDKê roleke dîrokî girt serxwe. Piştî xiyaneta Cezayîrê û şoreşa nû de, li gel merc û rewşa dijwar a şoreşê û rewşê dîsa PDKê xwedî roleke giring hebû.

Piştî damezrandina eniya Kurdistanê, peyvendiyên YNKê û PDKê û herwaha aliyên din ên Kurdistanê, veguhezî bo qonaxa berpirsyariya rizgariya demokrasiya netewî ya hevbeş. Encamên wê jî Raperîn û destkevtên helbijartinê û parlamentoya hikûmeta herêmê bû. Piştre gewheriya vê peyvendiyê geheşte strajiya hilweşandina Seddam û destkevtên dîrokî yên li dû wê jî berî her tiştî bidest xistina federaliya di destûra mayînde ya Iraqê de bû.

Hemû destkevtên herêma Kurdistanê heta naha jî destkevtên xebata hevbeş a me. Diyare hîn jî dîrok erkê mezin xistiye stûyê me.

YNK vê roja wa ya pîroz derfet dizane, ku diyar bike:

Bi ezmûn wergirtina ji hemû ezmûnan, em amadene xebata hevbeş li Kurdistan, li Iraq û navçeyê de berdewam bikin. Bi hêviya em her du alî vê yekê maf û erkê xwe bizanin û hevsengiya dabîn kirina hemû maf û derbas kirina erkan, di hemû aliyan de bidest bixin.

Birêzan!

Hîn rêya xebata me dûr û dirêj e. hîn rêya me ya hevbeş tejî astengiye. Ji ber wê erka me ye yekrêziya mala Kurdistanê em bihêz bikin û hikûmeta Kurdistanê çalaktir bikin û tengasiyên ku hene çareser bikin. Di destpêkê de guhertin di sîstema hikûmraniya serweriya yasa û tinekirina gendeliyê de bikin. Ji bo ku bi vê yekrêziyê û bi hikûmeteke bihêz û piştrastiyeke siyasî ve beşdariyek bi bandor di pêkanîna hikûmeta piştî helbijartinên Iraqê bikin û vê care bi kiryar, hikûmeta Iraqê pêbendî destûr û beşa rasteqîn a kurd bin. Destpêkê de mafên aborî û mafên Pêşmerge û zagonên nû yên neft û gaz û bicîh anîna madeya 140ê.

Xwîşk û bira!

Salvegera partiya we pîroz be. Giyana paqij a şehîdên we ya li gel hemû şehîdên Kurdistanê bila asûde û rihet be. Ala çarenivîsa me dê her bilind be.

Li gel rêz da!

Polîtbuoya YNKê





3247 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad