Hewlêr (ZNA) - Di encama pevçûnên di navbera PKK û artêşa tirk de li gelek herêmên Dêrsimê agir bi daristanan ketibû. Hat ragihandin ku ew şewat hîn nehatiye vemirandin.
Li Dêrsimê agir bi daristanên li herêmên Degirmendere, Zoxar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul ketiye û heta niha jî ew agir nehatiye vemirandin.
Baroya Dêrsimê di derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku divê ev şewat demildest were vemirandin û got, “vemirandin û midaxelekirina wê şewatê erkeke hiqûqî ye. Dewletê ji boparastin û berfirehkirina daristanan qanûnan pêk tîne û tedbîrên xwe digire. Parastina hemû daristanan erka dewletê ye.”
Hat ragihandin ku ji ber ew dever weke herêmêke leşkerî hatiye destnîşankirin rê nayê dayîn ku xelkê li heêrmê jî midaxele bike. Herwiha aht diyarkirin ku ew şewata li çiyayên Dêrsimê di nexşewya şeatan a Midûryeta Giştî ya Daristanan de jî cih negirtiye.
3232 car hatiye dîtin |