Hewlêr (ZNA) - Li Hewlêrê di merasîma ku bi boneya 72. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat pêkanîn de, Serok Barzanî medalyaya ‘Barzaniyê Nemir’ pêşkêşî dayika şehîdan kir.
25ê Cotmeha 2014an sê birayên pêşmerge bi navên Ehmed Osman, Necat Osman û Mewlûd Osman li mîhwera Zummarê di dema bergirîkirina xaka Kurdistanê de şehîd bûn.
Dayika wan her sê birayan Eyşe Taha Osman ku sala 2014an 23ê Kanuna Yekem Serok Barzanî navê ‘Dayika Şehîdan’ lê kiribû, di merasîma duh de ji aliyê Serok Barzanî ve bi medalyaya ‘Barzaniyê Nemir’ hat xelatkirin.
Di merasîma duh de Serok Barzanî medalyaya ‘Barzaniyê Nemir’ pêşkêşî hejmarek Pêşmergeyên Dêrîn û kesayetan kir.
3217 car hatiye dîtin |