Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî ragihand ku PDK xwedî dîrokeke qedîm e û niha jî partiyeke ciwan û çalak e. Serok Barzanî got, “Em careke din dubare dikin; em ti caran serî natewînin.”
Serok Barzanî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di merasîma ku bi boneya 72. salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat lidarxistin, axaftinek pêşkêş kir.
Serok Barzanî diyar kir ku PDK xwedî wê taybetmedniyê ye ku hemû pêkhateyên li Kurdistan û Iraqê li xwe digire.
Serok Barzanî got, “PDK xwedî dîrokeke qedîm e û di dema niha de jî ciwan û çalak e.” Serok Barzanî tekez kir ku Serhildana Îlonê serhildaneke siyasî, niştimanî û civakî bû.
Serok Barzanî di derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de ku dê di 30ê Îlonê de pêk werin û hin alî hewl didin di dema xwe de pêk neyê û taloq bikin, de jî axivî û got, “Partiya me bi ti awayî ne li gel wê yekê ye ku hilbijartin bên taloqkirin. Hilbijartin dê di dema xwe de pêk werin. Em amade ne ji bo ku hilbijartin adilane û şefaf pêk werin ti bikeve aliyê me em bikin. Em ê di vê mijarê de ji çavdêrên navdewletî re jî bibin alîkar.”
Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de ragihand, “Em careke din dubare dikin; em ti caran serî natewînin.”
3304 car hatiye dîtin |