English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-16 [11:52 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Rûsya ji bo karsaz û kesên xwedî pasaporta fermî vîzeyan radike.

Mevlut Çavuşoglu di 10. Konferansa Konsolan de axivî û diyar kir ku wan û Rûsyayê li hev kiriye ku vîzeyan rakin û got, “Rûsya ji bo karsaz, taybet jî ajokarên kamyon û TIRan vîzeyan radike. Me li ve vê mijarê li hev kir.”

Ev di demekê de ye ku krîzek di navbera Amerîka û Tirkiyê birêve diçe û herdu alî li hember hevdu sizayan disepînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî niha gotibû divê Amerîka bizane ku Tirkiye ne bêalternatîf e û eger Amerîka helwesta xwe neguhere ew ê li dost û hevalbendên nû bigerin.





2674 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad