English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-15 [11:29 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî ku YNKê nekarî posta parêzgariya Silêmaniyê ji Gorranê bistîne, posta parêzgariya Helebcê wergirt.

Di navbera Gorran û YNKê de rêkeftin hatibû kirin ku her du salan carekê posta parêzgariya Silêmaniyê di navbera wan de were parvekirin. Li gorî wê rêkeftinê, lazim bû Gorran roja 1 vê mehê parêzgariya Silêmaniyê bida YNKê lê wisa nebû. Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, ku endamê Gorranê ye, heta niha jî li ser kar e.

Li gorî agahiyên BasNewsê, dema YNK ji standina posta parêzgariya Silêmaniyê bêhêvî bû, kesek wek parêzgarê nû yê parêzgeha Helebcê destnîşan kir. Parêzgarê nû yê Helebê, Azad Tofîq e ku endamê buroya medyayê ya YNKê ye jî.

Azad Tofîq li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ez wek parêzgarê Helebcê hatime destnîşankirin û fermana parêzgariya min jî ji aliyê serokê hikûmetê ve hatiye dayîn. Tenê maye ez bi fermî sond bixwim û dest bi kar bibim. Ewê jî di demek kurt de were kirin.

 





2764 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad