English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-15 [10:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Derbarê belav bûna çend wêne û daxuyanî li torên civakî ku, tê de hatiye ragehandin, ji ber hebûna alaya Kurdistanê li ser cama otubisên êrîşî haciyan hatiye kirin, wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya BasNewsê daxuyaniyek belav kir.

Berdevkê wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand ku, ew dengoya li torên civakî ne rastin û bi ti awayî êrîş li haciyan nehatiye kirin.

Derbarê çend wêneyên hatine belav kirin, berdevkê wezareta ewqaf û karûbarên ayînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku, dibe ku, dema ala li ser cama otubisê hatibe danîn têkçûbe, em hemû xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku, ti êrîş û rewşeke wiha pêknehatiye.

Nebez Îsmaîl da zanîn ku, bo yekemîn car dema cihê haciyan li çiyayê Erefê tê xuya kirin weke her welatekî alaya Kurdistanê jî cihê haciyên Kurdistanê bilind kiriye ev yeke jî cihê dilxweşî û şanaziyê ye.

 





2761 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad