English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-10 [02:42 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiya Iraqê ye.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert li ser pirsa nûçegihanê K24ê ragihand ku bihêziya Herêma Kurdistanê di Iraqeke federal de, di berjewendiya aramiya demdirêj ya Iraqê de ye.

Di derbarê têkiliyên Hewlêr û Bexdayê de jî Nauert diyar kir ku ew hewl didin ku herdu alî kêşeyên di navbera xwe de çareser bikin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka wiha axivî: “Ez di wê baweriyê de me, ku bihêziya Herêma Kurdistanê di Iraqeke yekgirtî û federal de, pêwîstiyek e ji Iraqê re û herwiha di berjewendiya aramiya demdirêj a Iraqê de ye.”





3178 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad