Hewlêr (ZNA) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên proseya dest hejmartina dengên Hilbijartinan a Iraqê belav kir.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragehand ku, çend guhertin li ser kursiyên namzedan de li proseya bi dest hejmartinê pêkhatine.
li gor daxuyaniya komisyonê:
- li Bexda namzed Mihemed Sahib Elderacî ji hevpeymaniya Fetih ket çûna Mehmûd El Qedîsî ji hevpeymaniya Bexda.
-Li ser bazneya Selaheddîn Şelan Ebdilkerîm ket şûna Elî Sexrî de.
-Li lîsta Wetenî jî Semîha Xlab ket çûna Xada Şûmerî.
Tê zanîn ku, helbijartinên Parlamentoya Iraqê di 12ê Gulana borî de hatibûn pêkanîn.
6199 car hatiye dîtin |
|