English | عربی | کوردی  
 
 
2018-08-02 [04:39 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Nûnerê federasyona penaberên herêma Kurdistanê li Tirkiyê ragehand, di heftiyekê de li Tirkiyê nêzîk 400 penaber hatine girtin ku piraniya wan xelkê herêma Kurdistanê ne.

Nûnerê federasyona penaberên herêma Kurdistanê li Tirkiyê Roj Ezîz ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li bajarê Mugla yê Tirkiyê 174 penaber ji aliyê polis ve hatin girtin ku hemû kurdên herêma Kurdistanê bûn. Herwaha li gor zanyariyên me qaçaxçiyên kurd bi zorê penaber xistine nav qayîkê û sivikayî û heqarek lê kirine. Herwaha piştî girtina wan penaberan 4 kes ji wan penaberan ji aliyê polis ve bi tewana bazirganî û qaçaxiya mirov hatin girtin.’’

Herwaha got, di vê demê de li bajarê Çanakaleyê yê Tirkiyê 152 penaber hatin girtin ku xwestine derbasî Yewnanîstanê bibin.

Nûnerê federasyona penabarên herêma Kurdistanê got, ji wan penaberên ku hatine girtin 84 kes ji wan jin û zarok in.

Roj Ezîz daxwaz ji kesûkarên penaberan kir ku herkesek ku kesûkarên wan di vê demê ne diyar bin, wane li zîndanên Tirkiyê ne û ji ber telefonên wan jê tên standin û nikarin peyvendiyê li gel ti kesê bikin, ji ber wê naha ew hewl didin wan azad bikin.

Roj Ezîz got, bi bextewerî ve di vê demê de ti penaberek nexeniqî ye.





2740 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad