Hewlêr (ZNA) - Li navçeya Gever a Colemêrgê duh jina bi navê Nurcan Karakaya dema ku ji serdana hevserê xwe yê leşker vedigeriya di rê de teqînek pêk hat û di encamê ew jin û zarokê wê yê 11 mehî canê xwe ji dest dan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek belav kir û ev bûyer şermezar kir û sersaxî ji malabata wê dayik û zarokê wê re xwest. Di dauyaniya HDPê de wiha hat gotin: “Em bûyerên bi vî awayî qet qebûl nakin û şermezar dikin. Divê ev tundî bi dawî were. Ji bo vê yekê jî divê di serî de siyasetmedar her kes û her kes tişta dikeve berê wê bicî bîne û divê kêşe bi rêya diyalogê bên çareserkirin.”
Tê îdîakirin ku ew bombeya ku bû sedema mirina wê dayik û zarokê wê ji aliyê PKKê ve hatiye vedann.
2764 car hatiye dîtin |