English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-30 [12:14 PM]

Hewlêr (ZNA ) -


Berdevkê wezareta derve yê Îranê Behram Qasimî îro 30.07.2018ê aşkera kir, li gel Amerîkaya naha û ew siyaseta ku li dijî Îranê birêve dibe, bi ti awayekê derfetan ji guftûgoyê re nahêle û danûstan li gel Amerîkayê ne li holê ye û bawerî bi wan nayê kirin.

Behram Qasim îro di civîneke çapemeniyê ya heftan de bersiva pirseke derbarê şerê bi gotin ê di navbera Îran û Amerîkayê û egera guftûgoyê ya di navbera her du welatan de ragehand: ‘’Behsa derbarê rêkeftina atomî ronî û aşkera ye. Hin babet ji aliyê Amerîkayê ve û hin jî ji aliyê welatên din ve derbarê siyaseten Îranê de hatin gotûbêj kirin. Lê wan pirsane ti peyvendiya xwe bi rêkeftina atomî ve tineye.’’

Qasimî got: ‘’Dibe ku hin alî di nav hikûmeta Îranê de behsa guftûgoyê bikin. Lê xwe ji rêkeftina atomî vekêşîna Amerîkayê û hewldana zext û givaşê li ser aboriya Îranê ti derfeteke û mercekê bo danûstandinê li holê nahêle û ti tiştek wisa tineye.’’

Derbarê daxuyaniyên serokê Amerîkayê Donald Trump de jî got: ‘’Birêz Trump her roj ku ji xewê radibe, wisa dizane ku cîhan jî li gel wî ji xew radibe. Ji ber wê gotin û daxuyaniyên wî nabe cîdî bên girtin û ti nirxeke xwe tineye.’’





2584 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad