English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-29 [12:52 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Dadgeha tewanên Qahirê dosyaya hejmarek berpirs û endamên gruba Îxwan El Muslimîn radestî muftiyê bilind ê Misirê kir, ku ji bo darve kirina wan berpirs û endaman razîbûna xwe diyar bike û bi pejirîne.

Li gor destûra Misirê berî xwandina cezayê darve kirina kesekê, dosyaya wî ji muftiyê Misirê re tê şandin û piranî jî muftî biryarê di pejirîne û ew kes tê darve kirin.

75 berpirs û endamên Îxwan El Muslimîn, ji ber xwepêşandan li hember rêveberiya desthilatiya Ebdulfetah Sîsî pêkanîne û li hember polis û hêzên ewlehiyê tundî bikaranîne tewanbar tên dîtin û bi darve kirinê tên darizandin.

Eger muftiyê Misirê biryarê bi pejirîne roja 08.09.2018ê dadgeha tewanên Misirê dê biryara dawî bo darve kirina wan 75 endamên Îxwan El Muslimîn bide.





2686 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad