English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-22 [02:08 PM]

Hewlêr (ZNA)-


Hevpeymaniya erebî ragihand, li Yemenê bi dehan çekdarên Husî (milîsên şîe) hatin kuştin û komek jî dîl hatin girtin.

Li Yemenê şer di navbera milîsên şîe ku wek çekdarên Husî tên nasîn û hêzên hevpeymaniya erebî bi pêşengtiya Erebistanê didome.

Televîzyona El Erebiye ji zarê rayedarên hevpeymaniya erebî ragihand, şeva borî li herêmên Seide û Huce yên Yemenê şerekî giran di navbera her du aliyan de qewimî.

Li gorî nûçeyê, di wî şerî de herî kêm 119 çekdarên Husî hatin kuştin û 17 çekdar jî dîl hatin girtin.

Tê gotin ku hêzên hevpeymaniya erebî berê bi bajarê Baqim yê Yemenê ve pêşde diçin û kêm maye wî bajarî ji destê Husiyan derxînin.





2767 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad