English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-22 [01:16 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Milîsên Heşdî Şeibî berpirseka mesîhî ya li sînorê parêzgeha Nînowa ji karê wê dûr dixin û eşîretên erebên Nînowa jî vê yekê red dikin.

Piştî rizgar kirina navçeyên Kurdistanê yên deşta Nînowa ji desthilata rêxistina terorîst a DAIŞê, Jina bi navê Lara Yusif Îshaq bi razîbûna xelkê navçeyê ve wek rêvebera bajarokê Elqoş a sînorê Nînowa dest bi kar kir.

Berdevkê encûmena eşîretên ereb ên Nînowa Şêx Muzahîm El Hiwêt ji BasNewsê re ragehand, Heşdî Şeibî hewl dide birez Lara ku mesîhiyek navçeyê ye ji erka wê dûr bixin û kesekî ser bi wan milîsan di ciha wê de dayne.

Şêx Muzahîm El Hiwêt amaje bi vê yekê kir ku eşîretên ereb ên Nînowa li ser kar dûrxistina wê jina mesîhî red dikin û bi wan hewldan û biryarên Heşdî Şeibî razî nabin û helwêstê xwe jî ragehandine balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê û konsolxaneya giştî ya Almanyayê ya li Hewlêrê.





3256 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad