English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-22 [12:44 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêkeftineke serokê Rûsyayê û serokwezîrê Îsraîlê ya derbarê rojhilata navîn de aşkera bû.

Rojnameya Washington Post a Amerîkî naveroka rêkeftina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu belav kir û ragehand, rêkeftin berî civîna Putin û serokê Amerîka Donald Trump pêkhatiye.

Roja 16.07.2018ê Vladimir Putin û Donald Trump li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê civiyan û piştevaniya wê rêkeftina Îsraîl û Rûsyayê kirine.

Li gor rojnameya Amerîkî belav kir, li gor rêkeftina di navbera her du welatan de, Îsraîl dê desthilatdariya rejîma Sûriyê ya li parêzgehên Dera, Siweyda û Quneytre yên başûrê Sûriyê nas bike.

Li hember vê yekê Rûsya jî dê pêbend be, hêz û milîsên ser bi Îranê li sînorên Îsraîlê 80 kîlometreyan bên dûrxistin û Rûsya jî rêgiriya bombebarana balefirên şer ên Îsraîlê yên li ser binke û baregehên hêzên Îranî yên li Sûriyê bên kirin nake.





2617 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad