English | عربی | کوردی  
 
 
2018-07-20 [12:44 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro daxwazkarê giştî yê Batmanê doseya lêpirsînê bi heceta beşdarîkirina wan di merasîma bixakspartina gerîlayekê PKKê li ser du parlamenterên HDPê vekir.

Feleknas Uca û Mehmet Rûştû li ser lîsta Batmanê di helbijartiên 24ê Hezîranê de bûne endamên Parlametoya Tirkiyê yê HDPê û di 8 Tîrmeha borî de beşdarî di merasîma bi xakspartina gerîlayekî PKK bi navê Smko kirin..

Ji ber vê yekê daxwazkarê giştî yê Batmanê doseya lêpirsînê li ser herdu parlamenterên HDPê vekir û lêkolîn destpêkir.

Di salên di navbera 2016 û 2018an de, proseya rakirina parêzbendiyê hebû û bidengê AKP, MHP û CHPê parêzbendiya parlemanteran hatibû rakirin, herwiha di wê proseyê de jî mafê parlemanteriyê ji 11 parlemanterên HDPê hatibû standin.





2734 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad